Komeleya Heyva Spî ya Ereban alîkariya remezanê da malbatên hewcedar ên Sûriyeyî

Komeleya Heyva Spî ya Ereban alîkariya remezanê da malbatên hewcedar ên Sûriyeyî

Li Hatayê Komeleya Heyva Spî ya Ereban ku ji hêla Sûriyeyiyên ji şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û xwe spartin Tirkiyeyê û her wiha Tirkan va hat damezirandin, alîkariya remezanê dan 500 malbatên hewcedar ên Sûriyeyî.

Nûnerê Komeleya Heyva Spî ya Ereban li Hatayê Bedur Karataş di daxuyaniya xwe da diyar kir, bi piştgiriya Heyva Sor a Tirk û karsazên xêrxwaz ên Hatayî alîkariya wan a ji bo malbatên desteng didome.

Karataş bal kişand, digel kumanyaya remezanê wan alîkariya kincên eydê da 500 malbatên Sûriyeyî yên ku wan li Hatayê tesbît kirin. Karakaş her wisa diyar kir ku alîkariyên wan dê ji niha pê da jî dewam bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE