Komên berxwedanê yên li Xezeyê dijî Îsraîlê operasyona bi navê "Şûrê Qudsê" da destpêkirin

Komên berxwedanê yên li Xezeyê dijî Îsraîlê operasyona bi navê "Şûrê Qudsê" da destpêkirin

 Komên berxwedanê yên li Xezeyê piştî ku bi Îsraîlê ra rageşî zêde bû, di heman demê da operasyona bi navê "Şûrê Qudsê" da destpêkirin.

Ji bilî Tevgera Fethê komên berxwedanê yên çekdar di binê banê Odeya Operasyonê ya Hevpar da bûne yek. Li gor daxuyaniya ku ji Odeya Operasyonê ya Hevpar hat dayîn, di çarçoveya şerê Şûrê Qudsê da li bakurê Xezeyê wesayîteke bizirx a eskerî ya hêzên dagirker hat gulebarankirin û ber bi Qudsê va roket hatin avêtin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku wan gelek roket avêtin derdora Tel Avîvê û kozikên dijmin ên li ser axa dagirkirî.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Me berî niha hişyarî dabû dijmin ku dest dirêjî muqadesata me neke û êrîşî ewladên me neke. Lêbelê ev zilma xwe domandin. Ji ber vê yekê ew wext hat ku hesabê vê yekê bide. Me hemû hêza xwe ji bo parastina ewladên gelê xwe gîhand hev û çi dibe bira bibe, em ê berê xwe ji gelê xwe neguhêzin. Li ku derê bin bira bibin, çeka me çeka hemû gelê me ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE