Komên mixalif ên mutedil yên ku li dijî hêzên rejima Beşar Esedê ku li başûrê Îdlibê peymanên Astanayê û rêkeftina Soçiyê binpê dikin û pêşreviyê dikin, operasyon dan despêkirin, ketin gundê Neyrabê. Li gund şerekî dijwar diqewime.
Mixalifan ku operasyona dan destpêkirin da ku ciyên ku hêzên rejima Esed li başûrê Îdlibê wergirtin vegerînin, ketin gundê Neyrabê yê li rojavayê bakurê navçeya Seraqibê.
Piştî topbarana topxaneyan a dijî hedefên rejimê yên li gund, komên mixalif ên mutedil ji bejayê dest bi pêşreviyê kirin û tank û wesayîteke bizirx a veguhestina personel ên rejimê têk birin û herwiha tankek jî bi dest xist.
Li gund di navbera komên mixalif ên mutedil û hêzên rejimê da şerekî dijwar diqewime.
Neyrab di 3yê sibatê da ketibû destê hêzên rejimê.
AA