Komîteya makeqanûnê ya Sûriyeyê

Komîte wê civîna xwe ya ewil li Cenevreyê bike...

Komîteya makeqanûnê ya Sûriyeyê

Piştî hevdîtinên li Astanayê, biryar hatibû dayîn ku komîteya makeqanûnê ya Sûriyê bê avakirin. Komîte wê civîna xwe ya ewil li cenevreyê bike. Beriya civînê dê heyetên her sê dewletên garantor Tirkiye, Îran û Rûsyê li hev kom bibin.

Pêvajoya Astanayê di sala 2017an de dest pê kiribû. Di 23yê îlonê de jî biryar derketibû ku Komîteya Makeqanûnê ya Sûriyê bê avakirin. Di dawiya xebatan de Komîte ava bû. Ew ê civîna xwe ya ewil li Cenevreyê bike.

Beriya civînê wê heyetên her sê dewletên garantor Tirkiye, Îran û Rûsyê şêwr û mişêwrê bikin. Wezîrên karên derve yên her sê dewletan jî wê beşdarî civînê bibin.

Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pederson jî daxuyand ku wê cara ewil rejîm û muxalif bên ba hev. Ev yek ji bo çareseriya sîyasî destpêkeke baş e.

komîteyê de 2 beş hene. Di beşa yekem û mezin de 150 endam hene. Ji rejîm, muxalefet û saziyên civakî yên sivîl her yekê 50 kes tevlê ne.

Di beşa duyem û piçûk de jî 45 endam hene. Dîsa rejîm, muxalefet û saziyên civakî yên sivîl; ji her yekê 15 endam in. Ev beş lijneya nivîsandina makqanûnê ye. Wê ji bo Sûriyê pêşnûmaya makeqanûnekê binivîse. Pişt re beşa yekem û mezin dê pêşniyarê binirxîne. Ji bo ku madeyeke pêşniyarê bê qebûlkirin, divê ji sedî 70yê Komîteyê bêje erê.

Dîroka nûkirinê: 29 Cotmeh 2019, 16:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE