Konbajarên li İdlibê tije bûn

Konbajarên li İdlibê wek metropolan mezin xuya dikin...

Konbajarên li İdlibê tije bûn

Nifûsa konbajarên li gundê Kah û li bajaroka Atmeyê yên girêdayî İdlibê ji ber koça dawîn her ku diçe zêde dibe.

Li Sûriyeyê ji ber êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên di meha mijdarê da dabûn destpêkirin bi hezaran mirovan koç kir.

kesên koç dikin ji bo nan, av û alîkariya mirovî diçin nêzîkî gundan û li van deran konan vedigirin.

Yên nikarin konan vegirin jî li cem eqrebayên xwe, di konên wan da dimînin.

Ji ber vê hin kon ji du an jî sê malbatan ra dibe sitargeh.

Herêmên herî zêde mirov koç dikin, konbajarên Kah û Atmeyê ne. Ev konbajar 4 sal berê nêzîkî sînorê Hatayê hatin avakirin.

Di navbera herdu konbajaran da 5-6 kîlomêtro heye, lê nifûsa wan her roj zêde dibe. Ji ber vê jî hindik maye herdu kamp bigîhîjin hev û bibin yek kampek.

Binesaziya van konbajaran tune, konên wan nebaş in, lê dîsa jî 600 hezar kes li vir û der û dora van konbajaran dijîn.

Konbajarên AAyê ji esman dîmenên wan kişand wek metropolan mezin xuya dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE