Kongreya Amerîkayê bi fermî tescîl kir ku hilbijartina serokatiyê Joe Bîden qezenc kir

Li Amerîkayê di rûniştina Kongreyê ya ku Lijneya Hilbijêran lê ray jimartin da bi fermî hat tescîlkirin ku Joe Bîdenê namzedê Demokrat di hilbijartina serokatiyê ya di 3yê mijdarê da hilbijartin qezenc kiriye.

Li Kongreyê endamên Senato û Meclisa Nûneran li hev civiyan û Alîkarê Serok Mîke Pence jî serokatiya rûniştinê kir.

Li gor alfabeyê rayê delegeyên eyaletan ya ji bo namzedê serok û alîkarê serok hatine bikaranîn bi dengekî bilind hat xwendin.

Piştî ku xwepêşandêr ketin avahiyê Kongreya Amerîkayê civîn hatibû rawestandin ku Kongre paşê dîsa civiya û ray hatin jimartin.

Kongreyê daxuyand ku serokatiya Amerîkayê Joe Bîden qezenc kir.

Piştî ku encamên eyaleta Vermontê jî hat qeydkirin hat tespîtkirin ku Joe Bîden bi 279 delegeyan va bi fermî bû serokê Amerîkayê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE