Polêsên Kongreya Amerîkayê ji ber sedema wesayîteke esmanî dijî avahiya Kongreyê tehdîd e telîmat da ku ev der bê valakirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya kongreyê da wiha hat gotin: "Polêsên Kongreyê wesayîteke esmanî ya dijî avahiya Kongreyê tehdîd e dişopîne."
Di daxuyaniyê da telîmat hat dayîn ku avahiya sereke ya Kongreyê û gelek avahiyên dora wê bên valakirin.
Piştî telîmata ewil li ser hesabê Polêsên Kongreyê wiha hat gotin: "Vê êvarê Kongre ji bo tevdîrê hat valakirin. Niha dijî Kongreyê tehdîd tune. Em ê hûrgiliyan parve bikin."
Ji hêla din va du kesên nexwestin navê wan bê eşkerekirin daxuyanî dan CNNê jî gotin balafireke biçûk nêzîkî Kongreyê firiya, 2 kesên di balafirê da bûn bi peraşûtê daketin Natîonal Parka nêzîkî Kongreyê.
AA