Kongreya Amerîkayê ji bo ku hikûmet dîsa neyê girtin li hev kir

Hat ragihandin endamên Komarparêz û Demokrat ên di Kongreya Amerîkayê de ji bo ku hikûmeta Amerîkayê car din neyê girtin di "prensîbê" de li ser mijara ewlehiya sînor li hev kirin.

Kongreya Amerîkayê ji bo ku hikûmet dîsa neyê girtin li hev kir

Hat diyarkirin endamên Komarparêz û Demokrat ên di Kongreya Amerîkayê de ji bo ku hikûmeta Amerîkayê careke din neyê girtin di "prensîbê" de li ser mijara ewlehiya sînor li hev kirin.

Senatorê Komarparêz Rîchard Shelby daxuyanî da çapemeniyê û got ku endamên Komarparêz û Demokrat ewlehiya navxweyî û sînoran jî di nav de li ser 6 pêşnûmayên qanûnê di prensîbê de li hev kirin, ji herdu partiyan du nûner li ser mijarê axivîn û di mijara hikûmet neyê girtin de mutabiq man.

Di nûçeyên çapemeniyê yên der barê lihevkirinê de jî hat diyarkirin ku Demokratan ji bo ewlehiya sînor a ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze pêk bîne qebûl kirin ku 1,3 milyar dolarî bidin lê belê dijî wê derketin ku li sînor dîwar bê çêkirin.

Trump xwestibû ku li sînorê Amerîka-Meksîkayê dîwareke ku budçeya wê 5,7 milyar dolar digire bê çêkirin, Demokratên di Kongreyê de destûr nedabûn vê yekê li ser vê jî hikûmeta federal a Amerîkayê 35 rojan hatibû girtin.

Pişt re Trump qanûna xerckirinên sê hefteyan a ku ji Parlementoya Nûneran û Senatoyê derbas bû îmze kiribû û qanûn ketibû meriyetê û heyama girtimayîna herî dirêj a hikûmeta federal a Amerîkayê xilas bibû.

Trump li Qesra Spî der barê mijarê de daxuyanî dabû û gotibû ku di lihevkirinê de budçeya 5,7 milyar dolarî ya wî ji bo ku li sînotê Meksîkayê dîwar bê çêkirin xwestibû ji bo niha cî negirt.

Trump diyar kiribû ku navbera 3 hefteyî ya ku di çarçoveya lihevkirina berwext de hat dayîn gelekî zû derbas bû û gotibû ku heke Kongre di mijara ewlehiya sînor de lihevkirineke adil çêneke dê hikûmet 15ê sibatê de dîsa bê girtin an jî ew dê rayeyên xwe yên serokatiyê bi kar bîne û "rewşa acîl" îlan bike.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE