Kongreya Amerîkayê Pompeo gazî îfadeyê kir

Hersê komîteyan jî diyar kirin ji ber ku Pompeo hin belgeyên li ser axaftina bi têlefonê ya Donald Turmp û serokê Ukraynayê teslîmî wan nekiriye serî li vê rêyê xistin.

Kongreya Amerîkayê Pompeo gazî îfadeyê kir

Meclisa Nûneran a Amerîkayê ya di kontrola Demokratan da ye ji ber ku belgeyên lazim dikin ên li ser hevdîtina Ukraynayê ya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê pêşniyazî Meclisê nekiriye gazî Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê kir ku îfadeyê bike.

Komîteyên Kontrol, Îstixbarat û Karên Derva yên Meclisê ji bo Wezîr Pompeo îfadeyê bide cuda cuda bang kirin.

Hersê komîteyan jî diyar kirin ji ber ku Pompeo hin belgeyên li ser axaftina bi têlefonê ya Donald Turmp û serokê Ukraynayê teslîmî wan nekiriye serî li vê rêyê xistin.

Di daxuyaniya komîteyan a nivîskî da hat destnîşankirin ku di 9ê îlonê da ji Pompeo ra name şandin ku bira hetanî 16ê îlonê belgeyên li ser hevdîtina Ukraynayê teslîmî wan bike lêbelê Pompeo tu bersivek neda vê nameyê.

Paşê roja duşemê carekê dîsa ji Pompeo ra name şandin lêbelê Wezareta Karên Derva tu bersiv neda daxwazê.

Serokên hersê komîteyên li ser vê biryar dan ku Pompeo li Kongreyê îfadeyê bide îdia dikin ku di mijara Ukraynayê da rêveberiya Trump zelal tevnagere.

Lêpirsîna ji bo ezla Trump 

Wall Street Journala rojnameya Amerîkayê di 20ê lîonê roja înê da îdia kiribû ku Trump di axaftina têlefonê da ji Vladîmîr Zelenskiyê Serokê Ukraynayê xwestiye ku bira li dijî kurê Joe Bîdenê bernamzedê seroktiyê yê Demokratan lêpisînê bike.

Li ser van îdiayan Trump îdia kiribû ku axaftina wî ya li ser têlefonê ya bi Zelenskiyê ra li gor rê û rêgezan hat kirin û wiha gotibû: "Girîngiya tişta min bi Zelenkskiy ra xeberda tune. Dibê lêkolînê li ser Bîden bikin."

Çapemeniya Amerîkayê gotibû ku Trump ji serokê Ukraynayê ra gotiye heke lêpirsînê li ser Bîden û malbata wî veke ew ê alîkariyê bide wan. Piştî ku ev îdia derkete holê Demokratan lêpirsîna ezlkirinê dabûn destpêkirin. Trump beriya axaftina li ser têlefonê diyar kiribû ku alîkariya 400 milyon dolarî ya Ukraynayê daye sekinandin.

Qesra Sipî qeydên axaftinê weşandibû û diyar kiribû ku eleqeya alîkarî û axaftinê li ber hev tuneye.

Dîroka nûkirinê: 28 îlon 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE