Konseya Ewlehiyê ya NYê ji bo krîza Ukraynayê acil dicive

Li ser daxwaza Ukraynayê endamên konseyê li gor saeta herêmî ya New Yorkê duşemê êvarê di saet 21.00î da acil bicive.

Konseya Ewlehiyê ya NYê ji bo krîza Ukraynayê acil dicive

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser geşedana ku Rûsyayê serxwebûna du herêmên li rojhilatê Ukraynayê nas kir, li gor saeta Tirkiyeyê wê îro di 05.00î da acil bicive.

Li ser daxwaza Ukraynayê endamên konseyê li gor saeta herêmî ya New Yorkê duşemê êvarê di saet 21.00î da acil bicive û naskirina serxwebûnê ya herêmên Donetsk û Luhanskê ya ku dikevin rojhilatê Ukraynayê wê guftûgo bikin.

Tê gotin ku Amerîka, Îngiltere, Fransa, Îrlanda, Norveç, Meksîka, Brezîlya û Arnavutluk piştgiriyê didin kirina civînê.

Ji ber ku serokatiya heyamê ya Konseya Ewlehiyê ya NYê Rûsya dike, Rûsyayê bernameya civînê çêkiriye ku di wê saetê da were kirin, lê ji ber ku wekî endamê daîmî mafê vetoyê yê Rûsyayê heye, tê gotin ku ji civînê tiştek nayê payîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE