Konseya Ewlehiyê ya NYê wê cara ewil li ser Kovîd-19ê hevdîtinê bike

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) wê cara ewil roja pêncşemê bi vîdeo konferansê va li ser şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) guftûgoyê bike.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên dîplomatîk hat hildan, Konseya Ewlehiyê ya NYê wê roja pêncşemê bi rêya vîdeo konferansê di rûniştina girtî da li ser Kovîd-19ê bisekine. Ji ber ku konseyê seba şewbê heta niha tu gav nediavêt, dihat rexnekirin.

Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres gotibû ku şewb aştiya navneteweyî û ewlehiyê tehdîd dike û ji Şerê Cîhanê yê 2yemîn vir va krîzeke herî dijwar e, lê Konseya Ewlehiyê ya NYê ku berpirsiyarê aştî û ewlehiya navneteweyî ye, demek dirêj di mijara Kovîd-19ê da gav neavêt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE