Konseya NATO-Rûsyayê 12ê çileyê dê bicive

Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de ragihand ku dê di civîna 12ê çileyê de, asayişa Ewropayê bê gotûbêjkirin.

Konseya NATO-Rûsyayê 12ê çileyê dê bicive

Sekreterê Giştiyê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku dê Civîna Konseya NATO-Rûsyayê 12ê çileyê bê lidarxistin.

Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de ragihand ku dê di civîna 12ê çileyê de, asayişa Ewropayê bê gotûbêjkirin.

Stoltenberg destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de rewşa Ukraynayê û derdora wê, mijarên li ser fealiyetên eskerî, kêmkirina rîskê û zelalbûn bi hevberî dê were nirxandin.

Stoltenberg wiha got, "Rojeveke ji bo diyaloga watedar di berjewendiya me hemiyan de ye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE