Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê li Hewlêrê bi peyamekê Cejna Çarşemba Sor li Êzidiyan pîroz kir

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê li Hewlêrê bi peyamekê Cejna Çarşemba Sor li Êzidiyan pîroz kir

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê li Hewlêrê bi boneya Cejna Çarşemba Sor ji bo Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê weşand.

Li ser hesabê medyaya civakî ya Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê li Hewlêrê bi boneya Cejna Çarşemba Sor peyamek hat weşandin.

Di peyamê de bi boneya Cejna Çarşemba Sor pîrozbahî li Êzidiyan hat kirin û wiha hat gotin "Çarşemba Sor, cejna serê salê ya Êzidiyan li xwîşk û birayên me yên Êzidî pîroz be. Em hêvîdarin sala nû ji civaka Êzîdiyan re aramî, asayiş, tenduristî û bexteweriyê bîne."

- Çarşemba Sor

Cejna Çarşemba Sor ku Êzidî ji xwe re weke serê salê dihesibînin, her sal dikeve yekem çarşemba ku bi dû 13ê meha nîsanê re tê.

Di Çarşemba Sor de li peristgeha Laleşê û li çiyayên derdora peristgehê weke sembola rojên salê, 365 çira tên pêxistin.

Di vê cejnê de her maleke Êzidiyan 50-200 hêkan dikelînin û pişt re weke destnîşankirinekê ji destpêka dirustbûna erdê re rengawreng boyax dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE