Lijneya Kontrola Serastkirina Nukleerê ya Ukraynayê diyar kir ku kontrola qada Zaporîjyaya Santrala Nukleerê ya santral herî mezin a Ewropayê ket destê artêşa Rûsyayê.
Di daxuyaniya lijneyê da hat destnîşankirin ku beşên hêzê yên santralê yekpare ne, di rewşa radyasyonê da guherîn nehat tesbîtkirin.
Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku kontrola santralê ket destê artêşa Rûsyayê lêbelê xebatkarên santralê xebatên xwe didomînin.
- Şewata li qada santralê hat temirandin
Serwêsa Rewşên Acil a Ikraynayê diyar kir ku şewata li qada santralê derketibû hat temirandin.
Di daxuyaniya serwêsê da hat gotin ku li gor tesbîtên ewil ji ber şewatê tiştek bi tu kesî nehat.
AA