Koreya Bakur bertek nîşanî sepanên Amerîkayê da

"Pêşvebirina daxwazên yekalî di şûna geşkirina ewlehiyê da neewleyê xurt dike û pêşva dibe. Pêbawerî hesteke wisa nîne ku di nav şev û rojekê da çêbibe."

Koreya Bakur bertek nîşanî sepanên Amerîkayê da

Wezîrê Karên Derva yê Koreya Bakur Rî Yong Ho Amerîka rexne kir û got ku digel hemû "niyetên baş ên Koreya Bakur" ew wê kirinê rast nabînin û sepanên li hemberî welatê xwe yên bi destê Amerîkayê şermezar kir.

Li gor xebera ajansa Kyodo ya Japon Yong Ho Rîyê ku ji bo 51emîn Civîna Wezîrên Karên Derva yên Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûrê Rojhilatê (ASEAN) li Sîngapurê bû ragihand ku digel hemû jest û niyetên baş ên rêveberiya Pyongyangê Amerîka sepanên xwe didomîne.

Rî Yong Ho destnîşan kir ku ji bo di navbera welatê wî û Amerîkayê da pêbawerî pêk bê divê herdu alî jî bi hev ra gavan biavêjin û wiha pê da çû: "Pêşvebirina daxwazên yekalî di şûna geşkirina ewlehiyê da neewleyê xurt dike û pêşva dibe. Pêbawerî hesteke wisa nîne ku di nav şev û rojekê da çêbibe."

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo di serî da û Rûsya ji hemû welatan ra gotibû ku bila ew wan sepanên dijî Koreya Bakur binpê nekin.AA
 

Dîroka nûkirinê: 04 Tebax 2018, 16:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE