Koreya Bakur cardin moşekên balîstîk ceriband

Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur du moşekên balîstîk yên menzîla wan kurt avêt Behra Rojhilatê.

Koreya Bakur cardin moşekên balîstîk ceriband

Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur du moşekên balîstîk yên menzîla wan kurt avêt Behra Rojhilatê.

Li gor daxuyaniya artêşa Koreya Başûr hat diyarkirin Koreya Bakur li rojhilatê du moşekên balîstîk yên menzîla wan kurt ceriband û moşekên 30 kîlomêtro rabûn û piştî 230 kîlomêtro çûn li Behra Rojhilatê ku di navbera Japonya û Nîvgirava Koreyê da ketin.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ceribandinên moşekan yên Koreya Bakur ji hêla Koreya Başûr û Amerîkayê va tên teqîbkirin û ji bona hemû geşedanan amade ne.

Hat destnîşankirin der barê mijarê da Moon Jae-înê Serokê Dewleta Koreya Başûr hatiye agahdarkirin û rêvebiriya Pyongyangê jî ji bona li herêmê tevgerên dibin sedema rageşiyê nekin hatiye hişyarkirin.

Rêvebiriya Pyongyangê ji 25ê Tîrmehê vir va ev ceribandina 6an e dike.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Tebax 2019, 17:17
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE