Hat ragihandin, Koreya Bakur duh "fuzeya balîstîk a menzîldirêj" Hwasong-12 ceriband.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Navendî ya Koreya Bakur (KCNA) da der heqê fuzeya ku duh sibehê hat ceribandin da agahî hat dayîn.
Li gorî vê, fuzeya ku hat ceribandin, "fuzeya balîstîk a menzîldirêj" a cure Hwasong-12 e.
Hat ragihandin, ceribandina ku ji herêma rojavayê bakurê welêt ber bi Behra Japon (Behra Rojhilat) hat kirin, di çarçoveya baldariya ewlekariya welatên cîran da hat kirin.
Rojnameya neteweyî Rodong Sinmun a nêzîkî Partiya Karkeran a desthelat jî wêneyên fuzeya ku hat ceribandin weşandin.
Der heqê wê yekê da agahî nehat dayîn ku Serokê Koreya Bakur Kin Jong-un ceribandin temaşe kir.
Li gorî Wezareta Parastina Japonyayê, fuzeyên Hwasong-12 ên ku menzîla wan bi qasî 5 hezar kîlometreyî ye, dikare bigihîje tevahiya Japonyayê û Girava Guamê ya Amerîkayê yê li Pasîfîka Rojava.
AA