Kovîd-19: Bi daneyên nû li dinyayê rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin û paşê baş bûn ji 36 milyonî derbas bû

Kovîd-19: Bi daneyên nû li dinyayê rewşa dawî

Li dinyayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) nexweş ketin û paşê baş bûn ji 36 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike li dinyayê 36 milyon û 11 hezar û 650 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li 3 welatên ku herî zêde welatiyên wan bi vîrusê ketin di heman demê da bûn welatên ku nexweşên wan zêde pak bûne jî.

Li Hindistanê 7 milyon û 957 hezar û 206 kes, li Amerîkayê 6 milyon û 533 hezar û 916 kes û li Brezilyayê 5 milyon û 64 hezar û 344 kes ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Li Rûsyayê milyonek û 335 hezar û 141 kes,  li Arjantînê milyonek û 62 hezar û 911 kes û li Kolombiyayê milyonek û 47 hezar û 17 kes baş bûn.

Li Tirkiyeyê jî ji 9ê mijdarê pê va 340 hezar û 286 kes baş bûn.

Li dinyayê hejmara kesên bi Kovîd-19a li Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû ketin ji 51 milyonî derbas bû û milyonek û 268 hezarî zêdetir kes jî ji ber vîrusê mirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE