Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 1185, li Meksîkayê 947 û li Hindistanê jî 418 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê waqieyên Kovîd-19ê 42 hezar û 725 zêde bû û gihîşt milyonek û 188 hezar û 631an.
Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 1185 kes jî mirin û hejmara miriyan jî gihîşt 53 hezar û 830an.
Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin
- Meksîka
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da ji ber şewbê 947 kes mirin û hejmara miriyan bû 24 hezar û 324.
Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 5 hezar û 196 zêde bû û gihîşt 196 hezar û 847an.
Li Meksîkayê 149 hezar û 318 kes ji şewbê filitîn û baş bûn.
Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.
Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.
- Hindistan
Di rojekê da li Hindistanê jî 418 kes ji ber Kovîd-19ê mirin.
Li welêt di 24 saetan da 16 hezar û 922 waqieyên nû hatin tespîtkirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 473 hezar û 106an.
Heta niha li Hindistanê ji ber şewba Kovîd-19ê 14 hezar û 894 kes mirin ü 271 hezar û 697 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.
Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene. AA