Kovîd-19: Di 24 saetan da li Brezîlyayê 620 kes mir

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 620, li Meksîkayê 480 û li Hindistanê jî 467 kes mirin.

Kovîd-19: Di 24 saetan da li Brezîlyayê 620 kes mir

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 620, li Meksîkayê 480 û li Hindistanê jî 467 kes mirin.

Li Brezîlyaya gelekî di bin tesîra nexweşiyê da ma di 24 saetên dawîn da 620 kes ji ber vîrusê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 620 kesan va hejmara miriyan derkete 65 hezar û 487an, hejmara pêketiyan jî 20 hezar û 229 kes zêde bû derket milyonek û 623 hezar û 284an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya ku serjimara wê 46 milyon e, 323 hezar û 70 kes bi vîrusê ketin û 16 hezar û 134 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt 927 hezar û 292 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî "navenda şewbê" tê nirxandin.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetan da 480 kes mirin, bi mirina van kesan hejmara miriyan derket 31 hezar û 119an. 

Li welêt hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 hat tespîtkirin jî 4 hezar û 902 zêde bû û gihîşt 261 hezar û 750. 

Heta niha 159 hezar û 657kes ji virûsê filitîn û baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirovek ji ber vîrusê miribû.

- Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê jî 467 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 20 hezar û 160î.

Li welêt di 24 saetan da 24 hezar û 22 hezar û 252 waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt 719 hezar û 665an.

Li Hindistanê 439 hezar û 948 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 4emîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE