Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 79, li Hindistanê 933 û li Meksîkayê 794 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 79 kes mirin û hejmara miriyan derket 99 hezar û 572yan.
Li gor agahiyan 50 hezar û 230 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 2 milyon û 962 hezar û 442yan.
Li Brezîlyayê hejmara kesên baş bûne jî derket 2 milyon û 68 hezar û 394an.
Hindistan
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Hindistanê 933 kes mirin û hejmara miriyan derket 42 hezar û 518an.
Li gor agahiyan li Hindistanê 61 hezar û 537 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 2 milyon û 88 hezar û 611an.
Li Hindistanê hejmara kesên baş bûne jî derket milyonek û 427 hezar û 5an.
Meksîka
Li gor agahiyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê ji ber Kovîd-19ê di rojekê da li Meksîkayê 794 kes mirin û hejmara miriyan derket 51 hezar û 311an.
Li gor agahiyan 6 hezar û 717 nexweşên din hatine tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 469 hezar û 407an.
Li Meksîkayê hejmara kesên baş bûne jî 313 hezar û 386 e.
AA