Li gor xebera rojnameya Tempoyê, Joko Vîdodoyê Serokê Dewletê biryar da ku di çarçoveya têkoşîna dijî nexweşiya Kovîd-19ê ya li welêt belav bû afata neteweyî îlna bike.
Hat gotin armanca afata neteweyî ew e ku pêşî li nexweşiya li welêt belav dibe bibirin, tesîra vîrusê ya li ser jiyana civakî û aboriya welêt kêm bikin.
Wekî mayîn "astengên civakî yên berfireh" ên hikûmeta navendî ji bo têkoşîna dijî vîrusê amade kirin jî li Cakartaya paytext û hin bajarên din ketin rewacê.
Hatibû diyarkirin ku li welêt hetanî do 4557 kes bi nexweşiyê ketin û ji ber nexweşiyê 399 kes mirin.