Kovîd-19: Hatûçûna di navbera HKIyê û Iraqê de hat rawestandin

Di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê de hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de hat rawestandin.

Kovîd-19: Hatûçûna di navbera HKIyê û Iraqê de hat rawestandin

Di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de hatûçûna di navbera Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) û wîlayetên din ên Iraqê de hat rawestandin.

Lijneya Bilinda Rûbirûbûna Kovîd-19ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hatûçûna di navbera HKIyê û wîlayetên din ên Iraqê de hat rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wezîfedarên Neteweyên Yekbûyî (NY), dîplomat, hevpeyman, ajans û heyetên fermî, digel welatiyên îqameya wan li HKIyê be, kesên nexweş ên ku bi mebesta dermankirinê bên nexweşxaneyên HKIyê, herwiha bazirgan û veberhêner jî bi merca ku dema hatin, li bazgehan testa Kovîd-19ê bikin, dê ji vê biryarê miaf bin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE