Hikûmeta Lîbyayê biryara texliyekirina wan welatiyên xwe da ku ji ber ku ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) geştên asîmanî hatibûn rawestandin, li Tirkiyeyê mabûn.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Alîkarê Wezîrê Veguhestinê yê Hikûmeta Lîbyayê Hîşam Buşkîwat, balafira ewil dê îro bi dema Tirkiyeyê serê sibehê di saet 07.00an da ji Stenbolê rabe.
Buşkîwat diyar kir ku texliye dê bi balafirên şirketên rêhewayê "Libyan Airlines" û "Afriqiyah Airways" yên Lîbyayê were kirin û her wiha balafir dê li Balafirgeha Mîsratayê ku 200 kîlometre li rojhilatê paytextê ye daynin.
Buşkîwat destnîşan kir ku ew plan dikin ku Lîbyayiyên li Tirkiyeyê di nava 5 rojan da texliye bikin, dû ra jî welatiyên xwe yên li Tûnis û Misrê û herî dawî jî yên li welatên din texliye bikin.
Peywirdarên hikûmeta Lîbyayê di daxuyaniya xwe berê da eşkere kiribûn ku Lîbyayî herî zêde li Tirkiye, Tûnis û Misrê hene.AA