Kovîd-19: Ji Turkiyeyê bo Venezuelayê alîkariya alavên tibî

Kovîd-19: Ji Turkiyeyê bo Venezuelayê alîkariya alavên tibî

Balafira alîkariya alavên tibî barkirî ya ku ji bo têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ji Venezuelayê ra hatibû şandin gihîşt Karakasê.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Venezuelayê Wezîr Jorge Arreaza, Balyozê Karakasê yê Tirkiyeyê Şevkî Mutevellîoglu û Wezîrê Tenduristiyê yê Venezuelayê Carlos Alvarado li Balafirgeha Navneteweyî ya Sîmon Bolîvarê çûn pêşiya balafira alîkariya alavên tibî barkirî ya ku Tirkiyeyê şandibû.

Balyoz Mutevellîoglu di axaftina li wê derê kir da bi bîr xist ku ew alîkarî li ser telîmata Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va hatine şandin. 

Mutevellîoglu bal kişand ser têkiliya di navbera herdu welatan da û got: "Tirkiye niha û di pêşerojê da jî heke ku hewce bike weke niha ji bo alîkariya Venezuelayê bike amade ye."

Wezîrê Karên Derva yê Venezuelayê Arreaza jî got: "Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da me ji Tirkiyeyê 15 tonî zêdetir alîkariya amûrên tibî hilda. Em spasdarê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, miletê Tirk û hikûmetê ne. Meziniya gelan ne bi potansiyela aboriyê ew bi guncana piştevaniyê tê pîvandin û Tirkiye jî di vê mijarê da bû mînak."

Wezareta Parastina Neteweyî jî di daxuyaniya ji ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da ragihand ku ew nameya Serokomar Erdogan ji Serokê Deweta Venezuelayê Nîcolas Maduro ra tevlî amûrên tibî şandibû jî teslîmî rayedaran hatiye kirin.

Alavên tenduristiyê ku li ser telîmata Serokomar Erdogan bi destê Wezareta Tenduristiyê hatin amadekirin, li Balafirgeha Eskerî ya Etîmesgutê li balafira mezin a neqliyeyê ya cure A 400M a TSKyê hatin barkirin û di 16ê Tîrmehê da ji Tirkiyeyê ber bi Venezuelayê va bi rê ketibû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE