Kovîd-19: Li Afrîkayê di rojekê de 16 hezar û 389 pêketî

Li Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 16 hezar û 389 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Kovîd-19: Li Afrîkayê di rojekê de 16 hezar û 389 pêketî

Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19), ji 2 milyon û 214 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 16 hezar û 389 zêde bû û derket 2 milyon û 214 hezar û 586an.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin 330 zêde bû û derket 52 hezar û 670yî.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 20 hezar û 709 kes mirin, li Misrê 6 hezar û 694 kes mirin, li Fasê 5 hezar û 985 kes mirin.

Li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 796 hezar û 472yan, dû vî welatî ra bi 364 hezar û 190 pêketiyan va Fas, bi 116 hezar û 724 pêketiyan va Misir tê.

Li Afrîkayê jimara kesên ku bi Kovîd-19ê ketin û paşê qenc bûn jî miyonek û 876 hezar û 437 kes in.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE