kovîd-19: Li Afrîkayê hejmara pêketiyan ji milyonek û 110 hezarî derbas bû

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 677 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 141 mirinî va Misir û bi 1360 mirinî va jî Cezayîr tên.

kovîd-19: Li Afrîkayê hejmara pêketiyan ji milyonek û 110 hezarî derbas bû

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 112 hezar û 732an.

Li gorî malpera "Worldometer" a daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 11 hezar û 309 zêde bû û derket milyonek û 112 hezar û 732an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 234 zêde bû û derket 25 hezar û 377an.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 677 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 141 mirinî va Misir û bi 1360 mirinî va jî Cezayîr tên.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 568 hezar û 919, li Misrê bû 95 hezar û 963 û li Nîjeryayê jî bû 47 hezar û 743.

Li Morityusa ji welatên parzemîna Afrîkayê nexweşên Kovîd-19ê êdî neman lê ji Seyşeller û Erîtreyê jî heta niha raporên mirinên ji ber Kovîd-19ê qet nehatin.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 583 hezar û 653, li Misrê bû 96 hezar û 336 û li Nîjeryayê jî bû 48 hezar û 770.

Li Afrîkayê 827 hezar û 988 pêketiyên şewbê jî baş bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE