Kovîd-19: Li Afrîkayê hejmara pêketiyan ji milyonek û 140 hezarî derbas bû

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 674 zêde bû û derket milyonek û 140 hezar û 775an.

Kovîd-19: Li Afrîkayê hejmara pêketiyan ji milyonek û 140 hezarî derbas bû

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 140 hezar û 775an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 8 hezar û 674 zêde bû û derket milyonek û 140 hezar û 775an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 415 zêde bû û derket 26 hezar û 357an.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 12 hezar û 264 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 184 mirinan va Misir û bi 1391 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 592 hezar û 144, li Misrê bû 96 hezar û 753 û li Nîjeryayê jî bû 49 hezar û 895. 

Li Afrîkayê 862 hezar û 564 pêketiyên şewbê jî baş bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE