Kovîd-19: Li Afrîkayê hejmara pêketiyan ji milyonek û 70 hezarî derbas bû

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 10 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 85 mirinan va Misir û bi 1333 mirinan va jî Cezayîr tên.

Kovîd-19:  Li Afrîkayê hejmara pêketiyan ji milyonek û 70 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 78 hezar û 301ê.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 208 zêde bû û derket milyonek û 78 hezar û 301ê. 

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 410 zêde bû û derket 24 hezar û 322yan.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 10 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 85 mirinan va Misir û bi 1333 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 568 hezar û 919, li Misrê bû 95 hezar û 963 û li Nîjeryayê jî bû 47 hezar û 743.

Li Afrîkayê 772 hezar û 365 pêketiyên şewbê jî baş bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE