Li Afrîkayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 151 hezar û 600 derbas kir.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên vîrusê derket 5 milyon û 969 hezar û 341an.
Jimara kesên ku di şewbê da mirin derket 151 hezar û 616an, jimara kesên ku rehet bûn jî derket 5 milyon û 182 hezar û 27an.
Li parzemînê herî zêde pêketî li Komara Afrîkaya Başûr, Mexrib, Tunis, Misir, Etiyopya û Libyayê hatin tesbîtkirin.
Ji ber vîrusê herî zêde meriv li Komara Afrîkaya Başûr, Misir û Tunisê mirin.AA