Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 600 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin ji milyonek û 600 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 934 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 601 hezar û 181î.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 271 zêde bû û derkete 38 hezar û 633yan.

Heta niha herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 18 hezar û 28 kes, li Misrê 6 hezar û 71 kes, li Fasê jî 2 hezar û 685 kes mirin.

Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kes ji ber vîrusê nemir.

Li Afrîkaya Başûr 694 hezar û 537 kes, li Fasê 156 hezar û 946 kes, li Misirê jî 104 hezar û 787 kes bi vîrusê ketin.

Li Afrîkayê milyonek û 323 hezar û 354 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE