Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 747 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin ji milyonek û 747 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetan da 8 hezar û 645 pêketiyên nû hatin tespîtkirin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 747 hezar û 522yan.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 182 zêde bû û derkete 41 hezar û 845an.

Ji ber vîrusê heta niha meriv herî zêde li Afrîkaya Başûr mirin, li Afrîkaya Başûr 19 hezar û 53 kes, li Misrê 6 hezar û 222 kes, li Fasê jî 3 hezar û 445 kes mirin.

Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunene, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika tu kes ji ber vîrusê nemir.

Li Afrîkaya Başûr 717 hezar û 851 kes, li Fasê 203 hezar û 733 kes, li Misrê jî 106 hezar û 877 kes bi vîrusê ketin.

Li Afrîkayê milyonek û 429 hezar û 87 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE