Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrikayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 nêzîkî 2 milyon û 70 hezarî bû

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrikayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin nêzîkî 2 milyon û 70 hezarî bû.

Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 13 hezar û 422 zêde bû û derkete 2 milyon û 69 hezar û 252yan.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 314 zêde bû û derkete 49 hezar û  512yan.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrikaya Başûr mirin, li welêt 20 hezar û 845 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 535 kes, li Fasê jî 5 hezar û 256 kes mirin.

Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.

Hejmara pêketiyan li Afrikaya Başûr bû 765 hezar û 409 kes, li Fasê bû 320 hezar û 962 kes, li Misrê bû 112 hezar û 676 kes.

Li Afrikayê milyonek û 743 hezar û 655 pêketî jî pak bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE