Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19 ji 2 milyon û 230 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 2 milyon û 230 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 15 hezar û 691 zêde bû û derkete 2 milyon û 230 hezar û 391ê.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 267 zêde bû û derket 52 hezar û 937an.

Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 21 hezar û 803 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 713 kes, li Fasê jî 6 hezar û 63 kes mirin.

Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.

Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 800 hezar û 872 kes, li Fasê bû 368 hezar û 624 kes, li Misrê bû 117 hezar û 156 kes.

Li Afrîkayê milyonek û 891 hezar û 336 pêketî jî pak bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE