Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 190 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 192 hezar û 414an.

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 52 zêde bû û derket milyonek û 192 hezar û 414an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 182 zêde bû û derket 27 hezar û 831an.

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 13 hezar û 59 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 262 mirinan va Misir û bi 1435 mirinan va jî Cezayîr tên.

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 609 hezar û 773, li Misrê bû 97 hezar û 340 û li Nîjeryayê jî bû 52 hezar û 227.

Li Afrîkayê 909 hezar û 724 pêketiyên şewbê jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE