Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 941 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 257 hezar û 316an. 

Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 941 zêde bû û derket milyonek û 257 hezar û 316an. 

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 226 zêde bû û derket 29 hezar û 862yan. 

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 14 hezar û 149 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 421 mirinan va Misir û bi 1510 mirinan va jî Cezayîr tên. 

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 627 hezar û 41, li Misrê bû 98 hezar û 939 û li Fasê jî bû 62 hezar û 590. 

Li Afrîkayê 987 hezar û 398 pêketiyên şewbê jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE