Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihîşt milyonek û 297 hezarî

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 297 hezar û 322yan. 

Li gorî malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 505 zêde bû û derket milyonek û 297 hezar û 322yan. 

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 226 zêde bû û derket 31 hezar û 131ê. 

Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 14 hezar û 779 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 511 mirinan va Misir û bi 1539 mirinan va jî Cezayîr tên. 

Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 636 hezar û 884, li Misrê bû 99 hezar û 712 û li Fasê jî bû 70 hezar û 166. 

Li Afrîkayê milyonek û 33 hezar û 734 pêketiyên şewbê jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE