Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê di 24 saetên dawîn da 7 hezar û 890 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li parzemîna Afrîkayê jimara kesên ku di wan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin, derket milyonek û 305 hezar û 252yan.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da vîrus kişiya wan 7 hezar û 890 zêde bû û derket milyonek û 305 hezar û 252yan.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin 266 zêde bû û derket 31 hezar û 357an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 14 hezar û 889 kes mirin, li Misrê 5 hezar û 530 kes mirin, li Cezayîrê 1556 kes mirin.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelê û Erîtreyê heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 638 hezar û 517an, dû vî welatî ra bi 99 hezar û 863 pêketiyan va Misir, bi 72 hezar û 394 pêketiyan va Fas tê.

Li Afrîkayê jimara nexweşên ku qenc bûne jî miyonek û 40 hezar û 454 kes in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE