Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 578 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li Afrîkayê rewşa dawî

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji milyonek û 578 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ya ku daneyên rojane yên der barê Kovîd-19ê ya li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê hejmara kesên bi vîrusê ketine derket milyonek û 578 hezar û 309an.

Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin derket 37 hezar û 960î.

Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara miriyan derket 17 hezar û 763yan, dû vî welatî bi 6 hezar û 40 kesî va Misir, bi 2 hezar û 572 kesan va jî Fas tê.

Li Morîtyusê pêketiyên Kovîd-19ê nemane, li Seyşelan û Erîtreyê jî heta niha kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan derket 690 hezar û 896an, dû vî welatî bi 149 hezar û 841 pêketiyan va Fas, bi 104 hezar û 387 pêketiyan va jî Misir tê.

Li Afrîkayê milyonek û 305 hezar û 95 kesên bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE