Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin ji 300 hezarî derbas bû û herwiha 7 hezar û 949 kes jî mirin.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 10 hezar û 550 zêde bû û derket 300 hezar û 5an.
Hejmara kesên ku ji ber vîrusê di 24 saetên dawîn da mirin jî 218 zêde bû û derket 7 hezar û 949an.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Misrê mirin û hejmara wê jî 2 hezar û 106 e. Li pey wê bi 1877an va Afrîkaya Başûr, bi 837an va Cezayîr, bi 521an va Sûdan, bi 506an va Nîjerya û bi 301ê va jî Kamerun tê.
Welatên ku hejmara pêketiyan herî zêde ye jî bi rêzê va Afrîkaya Başûr (92 hezar û 681), Misir (53 hezar û 758), Nijerya (17 hezar û 808), Gana (13 hezar û 717), Cezayir (11 hezar û 631) û Kamerun (11 hezar û 610) in.
Li Afrîkayê hejmara nexweşên ku baş bûn jî ji 145 hezarî derbas bû.
AA