Li parzemîna Afrîkayê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji milyonek û 916 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a maplera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da hejmara kesên bi kovîd-19ê ketin 13 hezar û 77 zêde bû û derkete milyonek û 916 hezar û 173yan.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 341 zêde bû û derkete 46 hezar û 25an.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin, li welêt 19 hezar û 951 kes mirin. Piştî vê li Misrê 6 hezar û 394 kes, li Fasê 4 hezar û 425 kes mirin.
Li Seyşel û Erîtreyê mirin nehat raporkirin.
Hejmara pêketiyan li Afrîkaya Başûr bû 740 hezar û 254 kes, li Fasê bû 265 hezar û 165an, li Misrê bû 109 hezar û 654 kes.
Li Afrîkayê êilyonek û 613 hezar û 406 pêketî jî pak bûn.AA