Kovîd-19: Li Afrîkaye rewşa dawî

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 607 hezarî derbas bû

Kovîd-19: Li Afrîkaye rewşa dawî

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) derket 607 hezar û 45an.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê, li welêt di 24 saetên dawîn da 144 kes bi Kovîd-19ê mirin. Bi vî hawî mirinên ji ber vîrusê derket 12 hezar û 987an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 707 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û jimara pêketiyan derket 607 û 45an.

Li Komara Afrîkaya Başûr heta niha 3 milyon û 535 hezar û 67 test hatin kirin, ji pêketiyan 504 hezar û 127 kes qenc bûn.

Herî zêde pêketî li herêma Gautengê hatin tesbîtkirin, herêma ku jimara pêketî û miriyan lê herî kêm e jî ya Northern Capeyê ye.

Li Afrîkayê welatê ku herî zêde pêketiyên Kovîd-19ê lê hene Komara Afrîkaya Başûr e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE