Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 1164 zêzde bû û derket 147 hezar û 364an.
Welatê ku herî zêde maye bin tesîra şewbê da û lê mirin herî zêde ye Amerîka ye.
Li gor malpera "Worldometer"a ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li welêt jimara pêketiyên vîrusê di 24 saetên dawîn da 69 hezar û 231 zêde bû û derket 4 milyon û 171 hezar û 378an.
Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin jî di 24 saetên dawîn da 1164 zêde bû û derket 147 hezar û 364an.
Di rêza welatên ku lê herî zêde waqie tên dîtin da piştî Amerîkayê bi 2 milyon 292 hezar û 286 waqieyan va Brezîlya, bi milyonek û 307 hezar û 191 waqieyan va Hindistan û 800 hezar û 849 waqieyan va Rûsya tê.
Digel kêmbûna jimara waqie û mirinan li Amerîkayê hê jê eyaleta herî zêde maye bin tesîra şewbê da New York e.
Li New Yorkê 437 hezar û 529 kes bi vîrusê ketin, ji vana 32 hezar û 656 kes mirin. Piştî Amerîkayê ji 432 hezarî zêdetir waqieyan va Calîfornîa û bi nêzî 390 hezar waqieyan va Florîda tê.
Li Amerîkayê jimara kesên testkirî ji 51 milyon û 555 hezarî, jimara başbûyiyan jî milyonek û 980 hezarî derbas bû.AA