Li Amerîkayê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin gihîşt 30 hezar û 844an.
Li gor daneyên ku Zanîngeha Johns Hopkînsê parve kir, li welêt hejmara kesên ji ber vîrusê mirin bû 30 hezar û 844.
Li welêt hejmara kesên ku bi vîrusê ketin jî gihîşt 631 hezar û 111yan.
Ji hêla din va Navenda Kontrol û Rêlibergirtina Nexweşiyan a Amerîkayê (CDC) waqieyên vîrusa koronayê û miriyên îhtimal heye ku ji ber vê virûsê mirine jî li ser vê hejmarê zêde kirin û ji ber vê hejmara miriyan zêde bû.
Berê CDCyê bi tenê kesên testê wan pozîtîf derdiketin li ser vê lîsteyê zêde dikir, yên ku di klînîkan da şopên vîrusê di wan da hebûn tevî îstatîstikan nedikir.