Kovîd-19: Li Brezilyayê di 24 saetan da 1154 mirî

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 1154 kes mirin û hejmara miriyan derket 95 hezar û 819an.

Kovîd-19: Li Brezilyayê di 24 saetan da 1154 mirî

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di 24 saetan da li Brezîlyayê 1154, li Hindistan û Meksîkayê jî 857 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da li Brezîlyayê hezar û 1154 kes mirin û hejmara miriyan derket 95 hezar û 819an.

Li gor daneyan 51 hezar û 603 nexweşên din hatin tesbîtkirin û hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketine derket 2 milyon û 801 hezar û 921î.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê 46 milyon e 575 hezar û 589 kes bi vîrusê ketin û 23 hezar û 702 kes ji ber vîrusê mirin.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû milyonek û 970 hezar û 767.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

Hindistan

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, di rojekê da li Hindistanê 857 kes ji ber Kovîd-19ê mirin, hejmara miriyan gihîşt 39 hezar û 795an. 

Li welêt di 24 saetan da 52 hezar û 509 hezar waqieyên nû hatin tespîtkirin û bi vî awayî hejmara kesên bi wan ra Kovîd-19 heye gihîşt milyonek 908 hezar û 254an.

Li Hindistanê milyonek û 282 hezar û 215 kes jî ji şewbê filitîn û baş bûn.

Li gor daneyên malpera înternetê "Worldometer"ê Hindistan li dinyayê welatê 3yemîn e ku lê herî zêde waqieyên Kovîd-19ê hene. 

Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 857 kesan va hejmara miriyan derket 48 hezar û 869an.

Li Welêt hejmara pêketiyan jî 6 hezar û 148 kes zêde bû derket 449 hezar û 961î.

Li welêt heta niha 300 hezar û 254 kes baş bûn.

Li Meksîkayê hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin, cara ewil di 27ê gulanê da ji 500î derbas bûbû.

Li welêt Kovîd-19 cara ewil di 28ê sibatê da hatibû tesbîtkirin, cara ewil di 19ê adarê da mirov ji ber vîrusê miribûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE