Kovîd-19: Li Brezilyayê di 24 saetên dawîn da 1054 mirî

Di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li Brezîlyayê 1054, li Hindistanê 945, Meksîkayê 504 kes mirin

Kovîd-19: Li Brezilyayê di 24 saetên dawîn da 1054 mirî

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1054, li Hindistanê 945, Meksîkayê 504 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1054 kesan va hejmara miriyan derket 113 hezar û 358an, hejmara pêketiyan jî 30 hezar û 355 kes zêde bû derket 3 milyon û 532 hezar û 330yî.

Hejmara kesên ji vîrusê filitîn jî bû 2 milyon û 670 hezar û 755.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya serjimara wê nêzî 46 milyonî ye, 735 hezar û 960 kes bi vîrusê ketin û 28 hezar û 155 kes ji ber vîrusê mirin.

Brezîlyaya serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latînî bû navenda nexweşiyê.

- Hindistan

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di 24 saetên dawîn da bi mirina 945 kesan va hejmara miriyan derket 55 hezar û 794an.

Li welêt di 24 saetên dawîn da hejmara pêketiyan 68 hezar û 878 kes zêde bû û derkete 2 milyon û 975 hezar û 701î.

Li welêt hetanî nika 2 milyon û 222 hezar û 577 kes ji vîrusê xilas bûn.

- Meksîka

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di 24 saetên dawîn da bi mirina 504 kesan va hejmara miriyan derket 59 hezar û 610 kesî.

Li Meksîkayê hejmara pêketiyan 5 hezar û 928 kes zêde bû û derkete 549 hezar û 734 kesan.

Li welêt hetanî nika 376 hezar û 409 kesên bi nexweşiyê ketibûn rind bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE