Li Brezîlyayê jî ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 321 kes mirin.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiya Brezîlyayê, li welêt di 24 saetên dawîn da 3 hezar û 321 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan bi vî awayî derket 378 hezar û 3yan.
Li welêt hejmara pêketiyan jî 69 hezar û 381 zêde bû û derket 14 milyon û 43 hezar û 76an.
Brezîlyaya ku nifûsê wê 210 milyonî zêdetir e, li dinyayê di nav wan welatên ku hejmara mirî û pêketiyên Kovîd-19ê herî zêde da piştî Amerîkayê welatê duyemîn e.AA