Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) di nav 24 saetan da li Brezîlyayê 1214, li Meksîkayê 665 û li Hindistanê jî 519 kes mirin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1214 kesan va hejmara kesên li seranserê welêt ji ber şewbê mirin gihîşt 70 hezar û 398an û hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî 45 hezar û 48 zêde bû û gihîşt milyonek û 800 hezar û 827an.
Hejmara kesên ku bi şewbê ketibûn û jê xilas bûn jî bû milyonek û 78 hezar û 763.
Nifusa Brezîlyayê ji 211 milyonî zêdetire û piştî Amerîkayê di nav welatên ku şewba Kovîd-19ê lê zêde belav bû da di rêza duyemîn da ye.
Li gor malpera înternetê ya "Worldometer" a ku daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike Brezîlya di nav welatên dinyayê da welatê duyemînê ku herî zêde şewb lê heye.
- Li Meksîkayê hejmara miriyan gihîşt 34 hezar û 191î
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê hejmara miriyan 665 zêde bû û derket 33 hezar û 191î.
Hejmara weqiayan jî bi zêdebûna 6 hezar û 891î kesî va gihîşt 289 hezar û 174an.
Li welêt heta niha 177 hezar û 97 kesên bi wan ra şewba Kovîd-19ê hatibû tespîtkirin ji nexweşiyê filitîn û baş bûn.
- Hejmara miriyên li Hindistanê jî gihîşt 22 hezar û 123an
Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di nav 24 saetên dawîn da li çar aliyê welêt 519 kes mirin û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê jî gihîşt 22 hezar û 123an
Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî di 24 saetên dawîn da 27 hezar û 114 zêde bû û gihîşt 820 hezar û 916an.
Li welêt heta niha 515 hezar û 386 kesên bi wan ra Kovîd-19 hatibû tespîtkirin ji şewbê filitîn û baş bûn.
Li gor malpera Worldometerê li seranserê dinyayê di nav welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê lê herî zêde ne da Hindistan di rêza sêyemîn da ye.AA