Kovîd-19: Li Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 1322 mirî

Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 1322, li Meksîkayê 668 û li Hindistanê jî 694 kes mirin.

Kovîd-19: Li Brezîlyayê di nav 24 saetên dawîn da 1322 mirî

Ji ber şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) di nav 24 saetên dawîn da li Brezîlyayê 1322, li Meksîkayê 668 û li Hindistanê jî 694 kes mirin.

Di nav welatên Kovîd-19ê lê zêde tesîr kir da piştî Amerîkayê Brezîlya di rêza duyemîn da ye û heta niha ji 2 milyonî zêdetir kes bi nexweşiyê ketine û di nav 24 saetên dawîn da jî 1322 kes mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê di rojekê da 1322 kes mirin û heta niha 76 hezar û 688 kes ji ber şewba Kovîd-19ê mirine û jimara kesên nexweşî bi wan geriyaye jî gihîşt 2 milyon û 12 hezar û 151ê.

Heta niha milyonek û 296 hezar û 328 kesên vîrûs bi wan geriyabû jî ji nexweşiyê filitîn û bi ser xwe da hatin.

Li Amerîkaya Latîn Brezîlyaya ku nifûsê wê ji 211 milyonî zêdetir e wek "navenda şewbê" tê binavkirin.

 - Li Meksîkayê hejmara miriyan gihîşt 37 hezar û 574an

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Meksîkayê di nav 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 668 kes mirin û hejmara miriyan jî bû 37 hezar û 574.

Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên li Meksîkayê jî 6 hezar û 406 zêde bû û gihîşt 324 hezar û 41ê.

Heta niha li welêt 203 hezar û 464 kesên nexweşî bi wan geriyabû jî baş bûn.

- Hejmara pêketiyên Kovîd-19ê yên li Hindistanê ji milyonekî derbas bû

Li gor daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hindistanê di nav 24 saetên dawîn da li welêt 694 kes mirin û hejmara miriyên ji ber şewba Kovîd-19ê gihîşt 25 hezar û 609an.

Li welêt hejmara pêketiyên Kovîd-19ê jî di nav 24 saetên dawîn da 31 hezar û 124 zêde bû û gihîşt milyonek û 4 hezar û 883an.

Li gor malpera înternetê ya "Worldometer" a daneyên der barê Kovîd-19ê da berhev dike û deqîqe bi deqîqe diweşîne di nav 3 welatên ku pêketiyên Kovîd-19ê lê gelek zêde ne da Hindistan jî heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE