Kovîd-19: Li Cîhanê hejmara pêketiyan ji 15 milyonî derbas bû

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 15 milyon û 7 hezar û 125 kes bi vîrûsê ketin.

Kovîd-19: Li Cîhanê hejmara pêketiyan ji 15 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketin ji 15 milyonî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li dinyayê heta niha 15 milyon û 7 hezar û 125 kes bi vîrûsê ketin.

Li Amerîkaya herî zêde nexweş lê hatin dîtin jî hejmara pêketiyan derkete 4 milyon û 12 hezar û 188 kesan.

Piştî Amerîkayê welatên herî zêde lê nexweş hene ev in:

"Brezîlya (2 milyon û 129 hezar û 53), Hindistan (milyonek û 194 hezar û 85), Rûsya (783 hezar û 328), Afrîkaya Başûr (381 hezar û 798), Peru (357 hezar û 681), Meksîka (349 hezar û 396), Şîlî (334 hezar û 683), Îspanya (313 hezar û 274), Îngiltere (295 hezar û 817), Îran (278 hezar û 827), Pakistan (266 hezar û 96), Erebistana Siûdî (255 hezar û 825) û Îtalya (244 hezar û 752). Li Tirkiyeyê hejmara nexweşan gihîşt 221 hezar û 500î.

Welatên ji 70 hezarî zêdetir pêketiyên wan hene ew in:

"Bangladeş (210 hezar û 510), Kolombiya (204 hezar û 5), Almanya (203 hezar û 846), Fransa (177 hezar û 338), Arjantin (130 hezar û 774), Kanada (111 hezar û 508), Qeter (107 hezar û 430), Iraq (97 hezar û 159), Endonezya (89 hezar û 869), Misir (89 hezar û 78), Çîn (83 hezar û 693), Swêd (78 hezar û 166), Ekvador (74 hezar û 620), Qazaxistan (73 hezar û 468)  Filipîn (70 hezar û 764)."

Kovîd-19 a li Wuhana bajarê Çînê derker holê ji 200î zêdetir welatî belav bû.

Li dinyayê ji ber nexweşiyê 616 hezar û 508 kes mirin.

9 milyon û 13 hezar û 381 kes rind bûn, 5 milyon û 377 hezar û 236 hê tên dermankirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE